Mijdar 15, 2017 20:16 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê pejirand ku li parêzgeha Diyalê Heşda Eşîran pêk were

Nûnerê Parlimana Iraqê, got: Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê pejirand ku li navçeya Celewlayê li parêzgeha Diyalê Heşda Eşîran pêk were.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya kabala Sûmeriye Newsê, Umer El Kerwî, nûnerê parlimana Iraqê herwiha got, Heşda Eşîran, wê beşdarî dabînkirina ewlehiya li  navçeya Diyalê li rojhilata Iraqê bibin û berpirsa pêkanîna ewlehî û aramiyê jibo awareyên iraqî ye.

Vî nûnerê xelkê parêzgeha Diyalê li Meclisa Iraqê pêgîrî kir hemî gundên li navçeya Celewlayê ku ji destê DAIŞ`ê azad bûne, dikarin ku Heşda Eşîran pêk bînin. Li gorî gotina El Kerewî, hêzên ewlehiyê, wê berpirsên dabînkirina çekên Heşda Eşîran bin. Biryar e hêzên Heşda Eşîran ji welatiyên Ereb, Kurd û Tirkman pêk werin.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, serokwezîrê Iraqê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê vî welatî, kire berpirs û erkdarê şêwirînên liser qeyranên Sûriye, Libnan û Yemenê.