Mijdar 15, 2017 20:10 Asia/Tehran
  • Pejirîna plana piştgîriya ji sermayedanîna dualî ya Îran û Iraqê li Parlemana vî welatî

Parlemana Iraqê, plana teşwîq û piştgiriya dualî ya ji sermayedanîna di navbera Îran û Iraqê de pejirand.

Rojnama iraqî ya El Sebahê, îro çarşemiyê ragihand: Parlimana vî welatî plana teşwîq û piştgiriya dualî ya ji sermayedanîna di navbera Îran û Iraqê de pejirand û armanca wê bikaranîna çavkanî û îmkanên heyî yên aboriyê li pişkên sermayedanînê di navbera her du aliyan û pêkanîna rewşa guncav a jibop sermayedanîna welatiyên iraqî û îranî li axa her du welatan ragihand.

Ev plana li civîna roja sêşemiyê ya parlimana Iraqê ku bi serokatiya Humam Hemûdî, alîkarê yekem ê serokê Meclisê û bi amadebûna 170 nûneran ve hatibû lidarxistin, pejirî.

nûnerên iraqî herwiha plana çaksaziya qanûna Banka Navendî ya Iraqê, pejirandin. Armanca vê qanûnê, zêdekirina sermayeya Banka Navendî ya Iraqê û hevrêtiya wê bi geşepêdana abora cîhanî, dayîna desthilatdariyan bo bankê û dayîna qazanc yan sûdê bo kirêdîtên bankî ye.