Mijdar 15, 2017 17:39 Asia/Tehran
  • Serokê Parlemana Iraqê: `Haya me ji pirsgirêkên pêşerojê heye`

Serokê Parlemana Iraqê li hevdîtina serokê Kongreya Amerîkayê destnîşan kir ku haya Iraqê ji kêşe û pirsgirêkên ku Iraq dê li pêşerojê tûşî wan were, heye.

Li gorî rapora Al Someria News`ê, Serokê Parlemana Iraqê, Selîm Cebûrî li hevdîtina Paul Rayan serokê Kongreya Amerîkayê derbarê rewşa ewlehî û siyasî ya Iraq û navçeyê û riyên nêzikirina nêrînên du welatan derbarê pirsgirêkên hevpar û di serê wan da têkoşîna li hemberî têrorîsmê gotûbêj kirin.

Cebûrî li vê hevdîtinê destnîşan kir ku Iraq li bereberê ragihandina serketina dawiyê li hemberî DAIŞ`ê ye û piştî kemilandina azadkirina navçeyên rojavayî, dawîn dosyeya vê koma têrorîst girêde.

Wî got: Rûniştiyên navçeyên azadbûyî roleka girîng li piştevaniya ji hêzamn ji riya hevkariya istixbaratî û rakirina çekan wek hêzên piştevan ên bûmî hebûn``.

Serokê Parlemana Iraqê li hevdîtina bi serokê Kongreya Amerîkayê her wiha got: ``Iraq bi aşkiratî qasa pirsgirêka ku dê li pêşerojê tûşî wê were, têdigihêje; Ji van pirsgirêkan geşepêdan û pêkvejiyana komên cûrbicûr li Iraqê ye``.

Serokê Parlemana Iraqê got: ``Piştî serketina mezin ku hêzên iraqî li dijî DAIŞ`ê bi dest xistine, Iraq tûşî pirsgirêka avakirina nû ya navçeyên azadbûyî û vegerandina awareyên van navçeyan tê û çareserkirina van kêşeyan hewcedara bername û alîkariya welatên dostê Iraqê ye``.

Li vê hevdîtinê serokê Kongreya Amerîkayê jî li ser piştevaniya welatê xwe ji Iraqê pêgirî kir û got: ``Pêwendiyên du welatan li baştirîn qonaxa xwe ye``.

Serokê Parlimana Iraqê bi sefereka fermî roja Duşemiyê gihîşte Amerîkayê.