Mijdar 15, 2017 13:06 Asia/Tehran
  • Ebadî: ``Dewleta navendî deriyên sînorî yên Kurdistanê ji nû va distîne``

Serokwezîrê Iraqê Sêşemiyê bi şev destnîşan kir ku dewleta navendî ya Iraqê bêyî tundî û kêşeya zêde, dê deriyên sînorî yên bakurê vî welatî ji Herêma Kurdistana Iraqê bistîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî got: ``Piştî devberdana rêvebiriya Herêma Kurdistanê ji pêşnivîsa lihevkirina vê dawiyê digel dewleta navendî, Bexda dê li benda biryardana Hewlêrê nemîne û dê kiryarên pêwîst derbarê van derbasgehan pêk bîne``.

Dewleta Bexdayê bi armanca parastina yekparçetiya axa xwe xwestiye ku Herêma Kurdistana vî welatî deriyên sînorî radestî Bexdayê bike.

Artêşa Iraqê û Polîsê fêdêral ê vî welatî jî ji roja 16`ê Cotmeha 2017an va ji bo cihanîna pesendnameyên parlimanê û dadgeha Qanûna Bingehîn a Iraqê, bo Kerkûkê hatin şandin û karîn ku kontrola vê navçeyê bigirin destê xwe.

Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê di Hezîrana 2014an da alozî û tevliheviyên ku ji ber êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê pêk hatibûn, bi kar anîn û hin beşên parêzgeha Kerkûkê ji wan bîrên niftê yên vê parêzgehê xistin bin kontrola xwe.

Amadebûna neqanûnî ya Hêzên Pêşmerge yên Kurdisatana Iraqê li Kerkûkê di rewşekê da bû ku Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, kêşe û gêreyên navbera Bexda û Hewlêrê dupat kiriye.

Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê roja 25`ê Îlona 2017`an tevî hebûna dijayetiyên dewleta navendî ya Iraqê, aliyên navçeyî û navneteweyî, tenê li ser israra Mesûd Barzanî hat lidarxistin.