Mijdar 15, 2017 11:49 Asia/Tehran
  • Ebadî: Hêzên me ji bo azadkirina navçeyên sînorî yên 2003`ê amade ne

Serokwezîrê Iraqê ragihand: ``Hêzên iraqî amade ne ku navçeyên ku dewleta ji sala 2003an va neketiye qwan deran, azad bike``.

Li gorî rapora Al Alamê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî îro anku Sêşemiyê li axaftinekê destnîşan kir: ``Dewlet heta hetayê li bendê namîne ku rayedarên Herêma Kurdistanê derbasgehên sînorî radest bikin, belkê bi xwe dê bikeve tevgerê. Ebadî destnîşan kir: ``Bexda sozdarê dayîna meaşa kedkarên Herêma Kurdistanê ye``.

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser nizimbûna bihayê niftê û got: ``Her cûre rêform û guhertinek bêyî têkoşîna dijî gendeliyê dê serê xwe negire``.

Ebadî her wiha qala amadetiya hêzên iraqî ji bo azadkirina rojavaya parêzgeha Enbarê ji bni dagirkeriya DAIŞ`ê kir.

Serokê erkantiya hevpar a artêşa Iraqê, Osman Xanimî şemiya heftiya bihurî piştî civîna desteya leşkerî ya Iraqê û hêzên Pêşmerge li baregeha opêrasiyona Nêynewayê li ser pêwîstiya paşdakişiyana hêêzn Pêşmerge bo sînorên 2003`ê pêgirî kiribû.

Kêşeya navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê bi lidarxistina Giştpirsîna Cudabûna Kurdistanê ji Iraqê di roja 25`ê Îlona 2017an da gurr bû. Bi têkçûna vê giştpirsînê, dewleta Iraqê daxwaza radestkirina navçeyên kêşeliser bo Bexdayê li gorî qanûna bingehîn a vî welatî dike.