Cotmeh 16, 2017 15:53 Asia/Tehran
  • Ebadî: Bila hêzên Pêşmerge erkên xwe di bin fermandetîya dewleta fêdêral de cih bînin

Serokwezîrê Iraqê bi şirovekirina rewşa niha ya Kerkûkê û dilnîyakirina niştecihên wî û gelê Herêma Kurdistana Iraqê, ji hêzên Pêşmerge xwest ku li gorî qanûnê, di bin fermandetîya hêzên fêdêral ên Iraqê de kar bikin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand: Erka dewletê pêngavrakirina li gorî qanûna bingehîn ji bo raberkirina xizmetan bo welatîyan û piştgirîya ji tifaqa welêt e, welatê ku bi hegera pêkutîya xwedîyên desthilatê li Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsîya cidabûnê ya yekalî, li ber xetera perçebûnê ye.

Ebadî bal kişand ser vîya ku ev giştpirsîya di rewşekê de hat lidarxistin ku Iraq mijûlê şerê li hemberî têrorîsmê bi taybet DAIŞ`ê bû û got: Me hewl da ku birayên me li Herêma Kurdistanê ji lidarxistina giştpirsîyê vegerrînin û em hemî hêz  ûbala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞ`ê lê wan guh nedan me.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Paşê me ji rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku encamên vê giştpirsîyê ibtal bikin lê ev daxwaza jî bêencam bû, me asta xetera ku ser rêya Iraqê û gelê me ye ji bo wan rave kir lê wan dîsan berjewendîyên şexsî û hizbî yên xwe seratir ji mesliheta Iraqê zanîn û destûra bingehîn binpê kirin.

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku em dixwazin bajarê Kerkûkê wek berê sembola jîyana bi hev re ya hemî iraqîyan bi hemî etnîkan be.

Serokwezîrê Iraqê li dawîyê ji hemî karmendên li Kerkûkê xwest ku bi awayekî asayî karê xwe bidomînin û sazî û dezgehan danexin.