Cotmeh 16, 2017 11:53 Asia/Tehran
  • Paşdakişyana hêzên pêşmerge ji nav hinek ji navçên Kerkûkê

Qumandekî hêzên pêşmerge ji paşdakişyana hêzên wan ji hinek ji navçên Kerkûkê xeber da.

Li gor rapora nûçegihanê telivîzyona kurdî ya Sahar TV`yê, Qumandekî hêzên pêşmerge ji îro serê sibê ragihand ku hêzên pêşmerge çend navçe û pêgeha eskerî ya ``Mekteb Xalid`` bêyî tu şer û pevçûnek teslîmî hêzên iraqî kirin.

Gor raporên belavbûyî niha li Kerkûkê ewlehî birê ketiye.

Şeva bihurî aloziyek di navbera hêzên pêşmerge û hêzên iraqî li başûra Kerkûkê û navça Tuzxormatoyê qewimî û hêzên pêşmerge nedixwestin herine pêgehên xwe yên berê û herwisa nexwestin balafirgehên eskerî û bîrên niftî bidin ber destê hêzên iraqî.

Hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li Hezîrana sala 2014 pê behregirtina ji neêminiyên ji ber êrişên terorîstî yên DAIŞ`ê, pişkin ji parêzgeha Kerkûkê xistine bin destê xwe.

Berpirsên iraqî mecalek dane hêzên pêşmerge ku ji van navçan derkevin.

Hizûra hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li Kerkûkê li halekê ye ku hema ji ber giştpirsiya vê herêmê di navbera Hewlêr û Bexdayê alozî çê bûye.