Cotmeh 16, 2017 09:02 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî kontrola pişkek zav ji axa Kerkûkê girtine dest

Bingehên iraqî sibeya îro duşemê ragihandin; Hêzên iraqî kontrola pişkek zav ji axa Kerkûkê li bakûra vî welatî girtine dest.

Li gor rapora bingehên xwecî; hêzên iraqî bêyî tu şer û pevçûnek kontrola balafirgeh, hinek ji bîrên niftê û pêgehên eskerî yên Kêywan û Xaldar li Kerkûkê girtine dest.

Bingehên xwecî herwisa ragihandin ku parêzgarê Kerkûkê jî reviye Hewlêrê.

Vê bingehê herwisa ragihand ku hinek ji hêzên pêşmerge yên kurd li navça Dibsê li bakûra Kerkûkê xwe teslîmî hêzên iraqî kirin.

Al-Alamê jî ragihand ku hêzên pêşmerge ber bi Hewlêr û Solêymaniyê paşdakişyan.

Rayedarekî nêzikî serokwezîrê Iraqê jî roja Şemiyê şertê destpêkirina gotûbêja digel Herêma Kurdistana Iraqê û çareseriya qeyrana ji ber lidarxistina vê giştpirsînê betalkirina encamên wê da zanîn.

Tevî hebûna dijayetiyên navneteweyî, navçeyî û dewleta navendî ya Iraqê û dijayetiya aşkira digel qanûnên navneteweyî, Giştpirsîna Herêma Kurdistana Iraqê roja 25ê Îlona 2017an (3ê Meha Mêhrê ya 1396an a Koça Tavî) li hin navçeyên bakurê Iraqê (Parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmaniye û navçeyên kêşeliser ji wan Kerkûk û Xaniqînê) hat lidarxistin.