Cotmeh 13, 2017 17:41 Asia/Tehran
  • Şertê Bexdayê ji bo gotûbêja digel Hewlêrê

Berdevkê dewleta Iraqê pêgirî kir ku divê Hewlêr serwerîya netewî li hemî axa Iraqê bi fermî nas bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Seid Hedîsî berdevkê dewleta Bexdayê got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê berî destpêbûna gotûbêjên dualî serwerîya netewî li hemî axa Iraqê nemaze di warê ticareta derve û derfirotina niftê û meseleya ewlehîyê û parastina sînoran de bi fermî nas bike.

Hedîsî li dewama xeberdana xwe pêgirî kir, ev mercana bingeha her gotûbêjekê ne ku hikûmeta Hewlêrê xwazyarê wê ye.

Herêma Kurdistana Iraqê duh bi daxûyanîyekê ragihand ku amade ye bi Bexdayê re têkildarî balafirgehan û derîyên sînorî gotûbêjê bike.