Wezîrê karên hundur ê Iraqê: Bicihbûna hêzên iraqî li derdora Kerkûkê têkildarî opêrasyona piştî têkbirina DAIŞ`ê ye
Wezîrê karên hundur ê Iraqê got: Tişta ku li Kerkûkê diqewime, têkilîya xwe bi vegera hêzên iraqî ji bo cihanîna qonaxa piştî têkbirina DAIŞ`ê re heye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Someriyê, Qasim Eirecî wezîrê karên hundur ê Iraqê îro li daxûyanîyekê lidarxistina her cure opêrasyona leşkerî li Kerkûkê ret kir û ragihand: Tu opêrasyoneke leşkerî li vê parêzgehê nehatîye lidarxistinê û opêrasyona bicihbûna dubare ya hêzên polîsên fêdêral ên Iraqê têkildarî opêrasyona kutakirina hebûna DAIŞ`ê li Kerkûkê û qonaxa piştî DAIŞ`ê ye.
Eirecî herwiha got: Ev opêrasyona li dewama wê opêrasyonê ye ku divîya berî 9`ê Hezîrana sala 2014`an pêk bihata.
Eva li halekî ye ku Rêveberiya Asayîşa Kerkûkê ser bi PDK`ê ragehand ku, bi dehan hezar pêşmerge ligel çekên giran giheştin parêzgeha Kerkûkê û rê nadin ti hêzek derbasî vê parêzgehê bibe.
Şandina hêzên Pêşmerge bi dû belavbûna hin raporan têkildarî biryara dewleta Iraqê ji bo destpêkirina opêrasyonekê ji bo bidestxistina kontrola vî şarê girîng ê niftzêm pêk hatîye.