Cotmeh 13, 2017 14:31 Asia/Tehran
  • Destpêbûna opêrasyona leşkerî ya Iraqê li başûra Kerkûkê derew hat zanîn

Fermandetîya opêrasyona hevpar a Iraqê destpêbûna her cure opêrasyoneke leşkerî li başûra Kerkûkê derew zanî.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, fermandetîya opêrasyona hevpar a hêzên iraqî îro li daxûyanîyekê ragihand ku tu opêrasyoneke leşkerî ji hêla hêzên iraqî ve li başûra Kerkûkê li bakûra vî welatî destpê nebûye.

Eva li halekî ye ku mêdyayên kurd û rojavayî vê sibê ragihandin ku opêrasyona leşkerî ya hêzên iraqî li başûra Kerkûkê destpê bûye û idia kirin ku hêzên Pêşmerge jibo ku gêre û pevçûn dernekeve, ji Kerkûkê derketin.

Di vî halî de ajansa nûçan a Sputnikê ragihand ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ferman da ku hêzên polîsên fêdêral ên Iraqê heta 48 sietên bê tevlî opêrasyona leşkerî li Kerkûkê nebin.