Cotmeh 13, 2017 09:54 Asia/Tehran
  • Birêketina hêzên iraqî ji bo kontrolkirina bîrên niftê yên parêzgeha Kerkûkê

Hêzên çekdar ên Iraqê ji bo kontrolkirina bîrên niftê yên parêzgeha Kerkûkê bera xwe dan deverên vê parêzgehê.

Çavkanîyên ewlehîyê li Iraqê ji ajansa nûçan a IRNA`yê re gotin ku hêzên çekdar ên Iraqê ku hêzên berteka lezgîn, hêzên dijî têrorê û Heşdi Şeibî digirin ber xwe ji şeva buhurî ve ber bi bîrên niftê yên li başûra parêzgeha Kerkûkê ve bi rê ketine.

Ew bîrên niftê dema êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê di Hezîrana sala 2014`an de ketin bin kontrola vê komê û piştî ku derbên giran li vê koma têrorîst ketin, hêzên Pêşmerge kontrola wan girtin destê xwe.

Bi dû lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, yek ji daxwazên dewleta navendî ya Bexdayê radestkirina bîrên niftê li deverên nakokî li ser wan hene ji wan li Kerkûkê bo dewleta Iraqê ye.