Cotmeh 11, 2017 18:26 Asia/Tehran
  • Selîm Cebûrî: Tifaqa Iraqê meseleyeke bingehîn e

Serokê parlimana Iraqê pêgirî kir: Tifqqa iraqîyan meseleyeke bingehîn e û nabe em ji vê babeta girîng dûr bikevin.

Li gorî rapora televîzyona Al Iraqiyê, Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê îro dema seredana parêzgeha Enbarê got ku tifaqa Iraqê meseke bingehîn û cewherî ye û kes nikare wê berçav negire û divê rê neyê dayîn ku ji bo birêxistina bêtifaqî û qelişînê di navbera gel de hewl bê dayîn.

Serokhoz û kesayetiyên parêzgeha Enbarê derketine pêşwazîya Cebûrî û wan jî pêgirî li ser tifaqa gelê Iraqê kirin û ragihandin ku eşîr piştevanê hêzên ewlehîyê di şerê dijî têrorîsmê de ne.

Li seredana Cebûrî ya parêzgeha Enbarê dosîyên ewlehîyê û xizmetguzarîyê yên têkildarî awareyan jî hatin hilkolandin û biryar hat dayîn ku komîteyên parlemanî bi vê mebestê bên pêkanîn ta ku ew dosîye werin şopandin.

Selîm Cebûrî herwiha li hevdîtina digel Humam Hemûdî serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê, alûgurên herî dawîn ên sîyasî yên vî welatî û rêyên hevkarîya alîyan jibo çareserkirina pirsgirêkên heyî û pêwîstîya kutakirina gêreya di navbera Bexda û Hewlêrê di çaçrova qanûna esasî de hatin hilkolandin.

Şêx Humam Hemûdî li vê hevdîtinê pêgirî kir: Hilbijartinên parlimanê ku biryar e di nîveka sala bê de werin lidarxistinê, nabe bi tu awayî paşde bikevin.