Cotmeh 11, 2017 14:50 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlehiya Iraqê bi zûtî dê bikevine nav Kerkûkê

Bingehekî derecebilind ê iraqî ragihand: Hêzên ewlehiyê yên ser bi dewleta navendî ya vî welatî bi zûtî dê bikevine nav Kerkûkê ta ku ewlehiya welatiyan li vî bajarî biparêzin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Bingehekî derecebilinde iraqî got: Qirar e îro çarşemê civînek li Bexdayê bi pişkdariya qumandên eskerî yên vî welatî birê keve ta ku wexta ketina hêzên ewlehiya Iraqê bo nav Kerkûkê kifş bibe.

Vî karbidestê iraqî ragihand ku ev kiryara Bexdayê li çarçêva xebata dewletê bona desthilata hakimiyeta xwe ser navçên kêşe li ser ên di navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Dewleta Bexdayê pêş giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê , ji berpirsên Hewlêrê xwestibû ku hêzên xwe ji Kerkûkê derxînin, lê Hewlêrê li xebateke dijî qanûna bingehîn a Iraqê giştpirsî li Kerkûkê jî birê xist.