Îlon 25, 2017 11:44 Asia/Tehran
  • Fuad Mesûm û Emar Hekîm, Mesûd Barzanî bi şidet rexne kirin

Serokomarê Iraqê tekez kir: Biryara Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana vî welatî ya lidarxistina giştpirsîyê, biryareka yekalî ye.

Li gorî rapora televîzyona Al Menar a Libnanê, Fuad Meiûm serokomarê Iraqê şeva buhurî ragihand ku Mesûd Barzanî divê bizvire masa muzakireya digel dewleta navendî ya Iraqê.

Serokomarê Iraqê xwest ku rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ji wan Mesûd Barzanî xwe ji her gêre û helwestên handanê dûr bigirin.

Emar Hekîm serokê Partîya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî bi rexnegirtina ji Hewlêrê ber xatirê lidarxistina gştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, tekez kir: Gelê vê navçê yê zêdetir ji her kesî ji ber vê giştpirsîyê zîyanê bibînin.

Wî bi rexnegirtina ji rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê bi hegera pêkutîya ser lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li vê herêmê got: Sepandina yekalî ya biryaran tu wexta nagihêje encamê û yê her kes bibîne ku zîyana herî zêde ya ji ber lidarxistina giştpirsîya cidabûnê yê ber gelê Kurdistana Iraqê bikeve.

Emar Hekîm ji gelê Herêma Kurdistana Iraqê re got: Gelê Kurdistana Iraqê dostê hemî gelên Iraqê ne lê giştpirsî nagihêje tu encamekê.

Emar Hekîm serokê Partîya Hikmeya Netewî ya Iraqê herwiha got: Ji alîyekî din ve niha iraqî di nîvê rêya têkoşîna li hemberî têrorîsmê û şûrên DAIŞ`ê de ne û niha şûrê giştpirsîyê jî li wan zêde dibe.

Tevî neyarîyên navxweyî, navçeyî û cîhanî û hişyarîdayînên dewleta navendî ya Iraqê, Herêma Kuridstana Iraqê vê sibê dest bi lidarxistina giştpirsîya cidabûna vê Herêmê ji Iraqê kir.