Refrandûm li deverên derveyî Herêma Kurdistana Iraqê jî pêk tê
Tevî dijberiyên zav li hemberî Refrandûma cudabûna Kurdistana Iraqê, Komîsiyona Bilind a Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragihand ku ev refrandûma li dema diyarkirî li beşên din yên derveyî Herêmê yanî li hin beşên parêzgehên Kerkûk, Diyale, Neynewa û Selahedînê jî tê lidarxistin.
Li gor rapora IRIB Newsê, Komîsiyona Bilind a Lidarxistina Hilbijartinan li Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Dema propagandeyên ji bo Refrandûmê heya dawiya roja înê ye û piştî wê her propagandeyek qedexe ye.
Li vê navberê çendîn hezar ji xelkê parêzgeha Neynewayê li bakura Iraqê bi xwenîşandanê lidarxistina Refrandûma Cûdabûnê protesto kirin û xwestin ku yekperçetiya axa Iraqê were parastin.
Berî viya xelkê parêzgehên Diyale û Selahedînê li rojhilat û bakura Iraqê lidarxistina Refrandûma Cudabûnê protesto kiribûn û xwestin ku li parêzgehên wan ev refrandûma neyê lidarxistin.