Fuad Mesûm: Iraqî dikarin pirsgirêkên xwe bi riya gotûbêjê çareser bikin
Serokomarê Iraqê raghand ku ji hêza iraqiyan jibo çareserkirina pirsgirêkên heyî ji riya gotûbêjê xatircem e.
Li gorî rapora televîayona El-Iraqiyê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja îniyê li hevdîtina Yan Kubîş nûnerê taybet ê Rêxistina NY li Iraqê got ku li bara şiyana iraqiyan jibo çareserkirina pirsgirêkên xwe, hewldana dualî jibo xurtkirina hevkariyan û xurtkirina yekitiya navxweyî li hember terorîzmê xatircem e.
Fuad Mesûm û Yan Kubîş li bara çareserkirina pirsgirêkên heyî navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî bitaybet li warê giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê bi hev re gotûbêj kirin.
Di eynî demê de, xelkê bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê roja îniyê bilidarxistina xwenîşandanekê, dijberiya xwe ya cidî li hember parvekirina Iraqê û lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê li 25 îlona îsal û beşek ji parêzgeha Neynewayê raghandin.
Li gorî rapora televîzyona El-Iraqiyê, xelkê bajarê Mûsilê ku bajarê wan midehek berî niha ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê azad bû bi rakirina hin plakardan bi slogana na bo giştpirsiyê û na bo parvekirina Iraqê û Erê bo Iraqa yekperçe û hevgirtî li kolanên bajêr jibo dijberiay li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê xwenîşandan birêxistin.
Xwenîşanderên iraqî her wiha daxwaza xurtkirina yekitiyê navbera hemî xelkê gelê Iraqê û hewdengkirina hewldanên xwe jibo rawestana li ber terorîzmê û vegerandina ewlehî û aramiyê bo hemî navçên Iraqê kirin.