Îlon 22, 2017 14:22 Asia/Tehran
  • Bi dawîhatina  qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huwîceya Iraqê

Erkantiya Ragihandinê ya şêr li Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku qonaxa yekem a operasiyona azadkirina Huweycê li başûra rojavaya Kerkûkê û li bakura Iraqê bi dawî hat.

Li gor rapora Al-Alamê, Erkantiya Ragihandinê ya şêr li Iraqê duh ji zarê fermandarê operasiyona azadkirina Huweycê serleşkerê erkantiyê Ebdulemîr Reşîd Yarellah ragihand ku Yekîneyên polîs, hêzên reaksiyona lezgîn û yekîneyên curbicur ên Heşda Şebî karîn ku deverên Kehare, Şîrawe, Fewce, Kenûsa bakûrê û Kenûsa Başûrê, Xerabe Zerd û 14 gundên din li qonaxa yekem ji destê DAIŞ`ê derxin û ala Iraqê li wir rakin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî serkevtinên hêzên curbicur ên Iraqê li bereyên curbicur bi taybet li Huweycê pîroz kir.