Îlon 22, 2017 11:47 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlekariyê ya ya NY biryarnama mehkemekirina DAIŞê pejirand

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarnama pêşniyarkirî ya Brîtanyayê li bara hilkolandina tawanên DAIŞê yên li Iraqê û komkirina belgeyan li vê barê de pejirand û biryar da ku ji bo lêkolînê li vê barê de heyetekê li Iraqê dadimezirîne.

Pêşniyara ku ji aliyê Brîtanyayê ve bo KENYê hat kirin, bi yekdengiya 15 welatan hat pejirandin. li gor vê biryarnamê hêvî tê kirin ku serok emîrên cinayekar ên DAIŞê li Iraqê bên mehkemekirin û sizakirin.

Li gorî biryarnamê endamên heyeta hilkolandina tawanên DAIŞê ku biryar e li Iraqê damezirin wezîfedar in li ser tawanên dijî mirovahiyê û qirkirinê belgeyên li bara cinayetên cengê ên  DAIŞê û vinayetên wê yên li dij mirovaniyê û yên nijadkujiyê kom bikin û şahidî û delîlên di vê barê de berhev bikin.

Wezîrê Karên Dereve yê Iraqê Îbrahîm Caferî heyva borî nameyek ji Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres re şandibû û daxwaz kiribû, berpirsên tawanên dijî mirovahiyê yên li Iraqê rû dane, werin darizandin.

Li sala 2014 terorîstên DAIŞê hezaran kes ji kurdên êzidî kuştin û bi hezaran jin û keçikên êzidî jî li devera Şengalê dîl girtin û ew ji bo Koletiya Cinxsî şandin bazarên bin deshilata xwe  da ku wan bifiroşin

Hevjîna lîstikvanê sînemayê yê navdar George Clooney, ya parêzer Amal Clooney li meha Adarê bi taybet ji bo berpirsên tawanên li dijî jinên Êzidî ji bo alîkariyê bangewazî li NYyê kiribû û tê gotin ku hîn jî zêde ji 3 hezar jin û keçikên êzidî li destê wan terorîstan dîlgirtî ne.

Heyeta Piştgiriyê ya NY li Iraqê û Komîsariyaya Mafên mirovan a NY vê dawiyê li raporekê de ragihand ku êş û janên cismî, ruhî û atifî ku terorîstan gihandine jin û keçikên iraqî bi taybet ên êzidî qet bi gotin û nivîsînê nayê şirovekirin û vegotinê.