Îlon 21, 2017 19:53 Asia/Tehran
  • Azadkirina hin deverên din li Iraqê

Artêşa Iraqê ragihand ku devera Ebasîyê li parêzgeha El Enbarê ji lepên têrorîstan azad kir û alaya vî welatî li banê avahîyên vê deverê hat bilindkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, Quteybe Cibûrî yek ji fermandeyên artêşa Iraqê li parêzgeha El Enbarê ragihand ku hêzên artêşa vî welatî alaya vî welatî li banê avahîyên devera Ebasîyê bilind kirin û hêzên ewlehîyê jî mijûlê pûçkirina wan madeyên teqandinê ne ku têrorîstan li gellek avahîyan bi cih kirine.

Hêzên Heşdi Şeibî jî bi daûxyanîyekê ragihandin ku devera Eyn Kawe li bakûra rojhilata Şerqatê ji lepên têrorîstan azad kirin û di encama vê opêrasyonê de herîkêm 25 têrorîst hatin kuştinê.

Ev opêrasyona hêzên Heşdi Şeibî li gundê Kenûsê pêk hat.

Hêzên Heşdi Şeibî niha gundê Hesarokê li bakra rojhilata Şerqatê dorpêç kirine.

Çavkanîyekî herêmî li parêzgeha Selahedînê jî ji nûçegihanê Someriye News`ê re got ku piştî destpêbûna opêrasyona azadkirina Eyserê li derdora Şerqatê, serkirdên ereb û bîyanî yên DAIŞ`ê ji vê deverê ber bi Hewîcê ve direvin.