Îlon 21, 2017 16:44 Asia/Tehran
  • Plana serokomarê Iraqê jibo çareserkirina qeyrana li Herêma Kurdistana Iraqê

Mêdyayên Iraqê behsa plana serokkomarê Iraqê jibo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a NRT`yê, bi dû hevdîtin û şêwirînên Fuad Mesûm bi rêberên partî û komên curbicur, nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û balyozên welatên mezin re û pêşniyarên ku jibo çareseriya nakokiyên têkildarî lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, li ser raberkirina planekê bi armanca pejirîna wê wekî nexşerêya jibo çareseriya hemî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li hev kirin.

Ev plana li ser pejirandina xalên ku Yan Kubish (Yan Kûbîş), nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên Iraqê ku welatên endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê jî ew qebûl kirine, pêgîrî kiriye.

Li gorî vê planê, gotûbêjên di navbera aliyên têkildar de, wê Îlona 2017`an jibo çareserkirina pirsgirêkên heyî bêyî tu pêşmercekî û li ser bingeha Esla Hevpariyê, dest pê bibin.

Li gorî vê planê, Herêma Kurdistana Iraqê, biryarê dide ku giştpirsiya cidabûnê, neyê lidarxistin ta ku gotûbêjên di navbera her du aliyan de cih werin. Divê gotûbêj di demekê de ku ji sê salan zêdetir nebe, bigihîjin encamê neku wê giştpirsî were lidarxistin.

Plana hanê ji pêkhatina sê komîteyên çavdêr li ser gotûbêjan agahîyê dide ku ew in: Komîteya Qanûndarêştinê ya jibo cîhatina qanûnên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de cih nehatine, Komîteya Kargêr ya taybetî şopandin û cihanîna qanûnên ku ji aliyê dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê û ve tên danîn û herwiha Komîteya Siyasî ya jibo çareseriya dawîn a pirsgirêkên siyasî yên heyî.

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê, 7`ê Hezîrana 2017`an, li civîneka bi beşdariya Mesûd Barzanî, serokê vê herêmê, lidarxistina giştpirsîna cidabûnê ya li Herêma Kurdistana Iraqê  li 25`ê Îlonê erê kirin.

Pêkutiya Mesûd Barzanî, serokê Herêma kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsîna cidabûna vê herêmê ji Iraqê li 25`ê Îlona 2017`an, rastî berteka webirr a dewleta Iraqê, komên curbicur ên iraqî û welatên navçe û cîhanê hatiye.