Despêbûna operasyona azadkirina Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê
Hêzên iraqî îro operasyona azadkirina Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê destpê kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera Someriye Newsê, hêzên iraqî îro li bara destpêbûna operasyona derxistina DAIŞê ji Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê agahî dan.
Ev operasyon piştî ferman û tewsiyên pêîwst ên Heyder Ebadî serrokwezîrê Iraqê destpê bû.
Hêzên Heşda Şebî hema li destpêka operasyonê, êrişa berfireh a DAIŞ`ê bêencam kiriye û meqerên wê li başûrê Kerkûkê dan ber êrişan.
Heyder Ebadî roja çarşemiyê li Mexmûra Neynewayê li civînekê tev fermandên Heşda Şebî û polîsê federal amadetiya hêzên xwe jibo operasyona pêşerojê li rojhilata Şerqat û Hewîcê hilkoland.
Ehmed El-ESedî berdevkê hêzên Heşda şebî roja çarşemiyê got ku hêzên me amadetiya tam jibo beşdariya li operasyona azadkirina rojhilata Şerqatê li parêzgeha Selahedîn û Hewîcê hene.
El-ESedî her wiha got: ``Ebadî fermanên dawiyê li bara operasyona rojhilata Şerqatê û Hewîcê da û Heşda Şebî amadetiya tam ji bo van du operasyonan heye``.