Îlon 20, 2017 10:21 Asia/Tehran
  • Pûçbûna êrişeke terorîstî li parêzgeha Selahedînê

Hêzên ewlehiya Iraqê duh sêşemê pîşiya êrişa terorîstî li nav bajarê Bîciyê li parêzgeha Selahedînê girtin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hêzên ewlehiya Iraqê duh sêşemê pîşiya êrişa terorîstî li nav bajarê Bîciyê li parêzgeha Selahedînê girtin û du terorîstên DAIŞ`ê ku dil hebûn bikevine nav gundê El-Bûteme kirine hedefa êrişên xwe û kuştin.

Piştî serketinên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî dijî terorîstên DAIŞ`ê, niha terorîstan bona ku xelkê bitirsînin li li nav bajaran dest bi kiryarên terorîstî dikin.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi alîkariya Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebiye xwe yên wekî Tirkiyê û Erebistanê  li sala 2014 êrişî ser axa Iraqê kir û hinek ji navçên bakûrî û rojavayiye vî welatî dagîr kir.

Ji wê çaxê şûnda hêzên artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî û bereya berxwedanê operasiyonên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ`ê destpê kirin û karîn parekî pir ji axa dagîrbûyî ji destê terorîstan derxînin û derbên giran li terorîstan xînin û tiştek nemaye ku xîm û binyata terorîstan li nav axa Iraqê jinav here.