Îlon 19, 2017 09:41 Asia/Tehran
  • Ebadî fermana rawestandina Lidarxistina Giştpisîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê da

Serokwezîrê Iraqê femana rawestandina Lidarxistina Giştpisîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ku biryar e 25`ê Îlona 2017`an were lidarxistin, da.

Li gorî rapora IRNA`yê, li rûpela Facebokk`ê ya Heyder Ebdiyê serokwezîrê Iraqê hatiye ragihandin ku wî roja Duşemiyê bi şandina daxwazekê bo dadgeha qanpûna bingehîn a vî welatî li bara neqanûnîbûna Lidarxistina Giştpisîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, daxwaza rawestandina wê kiriye û di dewamê da fermana rawestandina Lidarxistina Giştpisîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê da ku tûşî erêkirina dadgeha qanûna bingehîn a vî welatî bû.

Konseya wezaretî ya ewlehiya neteweyiya Iraqê (Kabîneya Ewlehiyê) bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî li civîna xwe ya roja Yekşemiyê, dijayetiya xwe ya aşkira tev Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî ragihand  û ew wek karekî neqanşûnî û gefek li dijî ewlehiya neteweyî û yekîtiya xelkê Iraqê da zanîn.

Li vî halî, Roja Yekşemiyê jî Taxima Bilind a Giştpirsîna Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Giştpirsîna cudabûna vê herêmêl ji Iraqê di dema diyarkirî anku 25`ê Îlona 2017`an da tê lidaxsitin.

Eva li halekî ye ku pêgirî  û israra ji bo lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê tûşî berteka ciddî û tund a dewleta Iraqê û komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçeyê bûye.

Mijara Lidarxistina Giştpisîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tenê ji aliyê Rêjîma Siyonîst va hatiye piştgirîkirin.