Îlon 18, 2017 16:50 Asia/Tehran
  • Ebadî beriya hevdîtina bi Erdogan re, daxwaza valakirina Başîqayê kir

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ragihand ku daxwaza valakirina kampa Başîqayê kirîye û eşkere kir ku 500 hemwelatiyên Tirkiyê ku difikirin têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye li nêzî Mûsilê ne.

Serokwezîrê Iraqê Ebadî ji Associated Pressê re axivî û diyar kir ku Mûsil ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin û divê hêzên Tirkîyê ji wir vekişin û got: "Rayedarên Tirkîyê ji me re eşkere kirin ku ev mesele di demeke kin de, dê bê çareserkirin. Me li ser vekişîna leşkerên Tirkîyê li hev kiribû. Lê me li ser dema wê li hev nekiribû. Wan ji me re eşkere kiribû ku piştî têkçûna DAIŞ`ê dê vekişin. Niha DAIŞ tûşî işkest û têkçûnê bûye. Nêynewa idî azad e. Şert cih hatîye, hûn jî şertên xwe bicih bînin.

Ebadî li ser mijara hebûna 500 hemwelatîyên Tirkîyê yên ku têkilîya wan bi DAIŞ`ê re hebûye û niha li kampa nêzî Mûsilê ne jî got: Ji bo ku ew vegerin welatê xwe em bi hikûmetê re hevdîtinê pêk tînin.

Daxwaza serokwezîrê Iraqê ji Enqerê jibo derxistina hêzên xwe ji baregeha Beşîqê li halekî ye ku biryar e ew bi Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê re hevdîtinê pêk bîne.