Îlon 18, 2017 11:54 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Kabîneya Ewlehiyê ya Iraqê tev Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî.

Kabîneya Ewlehiyê ya Iraqê dijayetiya xwe ya aşkira tev Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî diyar kir.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Kuwêytê ji Bexdayê, dewleta Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: ``Konseya wezaretî ya ewlehiya neteweyiya Iraqê (Kabîneya Ewlehiyê) bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî li civîna xwe ya roja Yekşemiyê, dijayetiya xwe ya aşkira tev Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî ragihand  û ew wek karekî neqanûnî û gefek li dijî ewlehiya neteweyî û yekîtiya xelkê Iraqê da zanîn``.

Kabîneya Ewlehiyê ya Iraqê li ser helwêsta xwe ya aşkira û zelal li bara piştgiriya ji yekîtî, serxwebûn, yekparçetî û saxlemiya hemî welatiyên vî welatî pêgirî kir û ragihand ku li dijî her cûre pêngavê ye ku ewlehiya welêt û welatiyên iraqî bike ber xeterê.

Kabîneya Ewlehiyê ya Iraqê her wiha ragihand: ``Ev kabîne ji bo serêxwegirtina elwehiya hemî gelê Iraqê bi her bnasname û nijadekê dixebite û hertim daxwaza parastina ewlehiya Iraqê û pêkvejiyana bi aştî ya welatiyên vî welatî dike``.