Îlon 18, 2017 11:20 Asia/Tehran
  • Amadetiya hêzên iraqî ji bo azadkirina El Qaimê

Rayedarekî iraqî qala amadetiya hêzên çekdar ên vî welatî ji bo azadkirina bajarê El Qaimê li rojavaya Enbarê kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr News`ê, rayedarekî iraqî ji rojnameya El Sebahê ra got: ``Hêzên çekdar wê biçin El Qaimê û di dawiya wê opêrasiyonê, dê navçeyên Ene û Raweyê jî azad bikin``.

Vî rayedarî her wiha ragihand: ``Hêzên iraqî rêya El Sekre- Eneyê paqij kirine. Ev rê ku 21 Kîlomitr dirêjahiya wê ye, yek ji riyên herî girîng ên hawargihaniya bo çeteyên DAIŞ`ê dihatiye hesêb; ku niha di bin kontrola hêêzn iraqî da ye.``

Hêzên artêşê û hêzên seferberitya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî berêvariya roja şemiyê navçeya Ekaşatê li rojavaya Enbarê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî nûçeyeke din, firokeyên şêrr ên Iraqê şeş baregehên DAIŞ`ê li bajarê Meyadîna Sûriyê li nêzikî sînorê Iraqê dane ber bomban.

Ev êrîş bi hevahengiya tev dewleta Sûriyê pêk hat.