• Betalkirina sefera Mesûm bo Newyorkê piştî giranbûna nakokiya di navbera Hewlêr û Bexdayê

Bi giranbûna nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê, sefera serokkomarê Iarqê bo Newyorkê hat betalkirin.

 Li gorî rapora  Mehr Newsê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja yekşemiyê bi daxûyaniyekê  dûhatên aloziyên  niha  bi talûke da zanîn û ji hemî grûpên  siyasî û bi deshilat ên Bexda û Hewlêrê xwest ku  li ser maseya muzakirê rûnin.

 Fuad Mesûm bi armanca  rêveberiya  van gotûbêjan sefera xwe ya Newyorkê ya  beşdariya  li civata giştî ya  NY betal kiriye û  wer xûya dike  qirar e Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê vê seferê cih bîne.

 Eva yekim helwesta serokkomarê Iarqê li nakokiyên  vê dawiyê navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê ye.

 

Sep 17, 2017 19:16 Asia/Tehran