• Îbrahîm Ceferî: Kurdan xeyala avakirina welatekî mezin ê Kurdistanê li 5 welatan hene

Bi nêzîkbûna dema lidarxistina giştpirsiya serixwebûna Herêma Kurdistana Iraqê, wezîrê karên derve yê vî welatî raghand: Giştpirsiya serixwebûnê tam dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye û gefek e li hember ewlehî û yekitiya wê.

 Li gorî rapora  Sumeriye Newsê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê raghand: Giştpirsiya  serixwebûna Herama Kurdistana Iraqê hewceyî bi palpiştiya qanûnê heye û anagorî qanûna bingehîn a vî welatî, vê refrandumê ti qedr û qîmeteke xwe ya qanûnî tine.

 Wezîrê karên dreve yê Iraqê tekez kir: Kiryarên mîna  lidarxistina giştpirsiyê, hemî navçên erebî tehdîd dike loma  Yeitiya Ereban li hemberî kiryarên bi vî rengî ku  Îsraîl piştgiriyê didê, sekiniye.

 Wî her wiha got: Xala ewil a qanûna  bingheîn a Iraqê dibêje ku Iraq welatekî yekperçe û xwediyê yekperçetiya  erdê ye û her tiştê ku yekperçetiya erdê Iraqê û yekitiya wê aloz bike, neqanûnî ye.

 Pêştir  konseya  wezaretî ya  Yekitiya Ereban, plana  Iarqê ya  dijberiya li hember gişrtpirsiya  Herêma Kurdistana Iraqê û dijberiya wê li hember qanûna bingehîn  pesend kir.

  Wezîrê karên dreve yê Iraqê li gotûbêja  li bernama  `` Li gor dema Qahirê`` got: Civakên kurd li hin welatan li Sûriye, Tirkiye, Îran û heta Rûsiyê hene loma  serbixwetîxwazî gefê li ewlehiya  Iraqê û  navça erebî dixwe û hin pirsgirêkan çê dike.

 Ceferî tekez kir: Li dewra Sedam, sedî 13 ê bûdca giştî ay welêt di destê kuradn  de bû û niha ev bûdceya  bûye sedî 17 û renge ji  sedî  20 ê jî derbas bûye lê eşkere nebûye.

 

Sep 17, 2017 18:28 Asia/Tehran