Îlon 17, 2017 17:00 Asia/Tehran
  • Destpêbûna  paqijkirina bajarê Duceylê li bakurê Iraqê

Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê îro yekşemiyê operasyona hevpar a eskerî jibo paqijkirina navçên bakurê bajarê Duceylê li parêzgeha Selahedînê destpê kirin.

 Li gorî rapora  ajansa iraqî ya Waê, hêzên Heşda Şebî û artêşê bi piştgiriya hêza hewayî ya Iraqê li qonaxa ewil  a vê operasyonê herîkêm pênc navçe ji wan seyd Qerîqb,  El-Bûelûl, Ferhatiyê û El-Refîatê li bakurê bajarê Duceylê paqij kirin.

 Hêzên  Heşa Şebî roja yekşemiyê her wiha  li bara  keşfkirina 15 meytên  endamên  grûpa terorîstî ya DAIŞê li rojava  bajarê Beledê li başûrê Tikrîtê li parêzgeha  Selahedînê agahî dan.

 Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, Sputnikê li nûçeyeke destxwe raghand: Navenda  eskerên Emerîkayê li navça  Mexmûrê li pazêegha  Hewlêrê dan ber êrişa  teqînê.

 Li gorî raporan sê kesên çekdar êsriş kirin ser navenda  eskerên emerîkî li bajarê Mexmûrê li başûrê rojava  Mûsilê li parêzgeha  Neynewayê ku hêzên  emerîkî du kes ji van kesana  kuştin. lê kesê sisyan  karî ku xwe întihar bike. Tê gotin li encama vê buyerê tu yek ji eskerên emerîkî nehatin kuştin.