• Ji ber teqîna Kerkûkê 11 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûne

Ji ber teqîna erebeyeke bombebarkirî li Kerkûkê herî kêm sê kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mehr News`ê, Ji ber teqîna erebeyeke bombebarkirî li ber firoşgeheke vexwerina bîrê li navça Eden li  nav Kerkûkê û li ser riya Bexdadê sê kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Piştî işkestên zave terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê, bitaybet li parêzgehên bakûriye vî welatî, terorîstan dest bi kiryarên nemirovaneye terorîstî li bajarên curbicur kirine û hedefa wan jî hem veşartina van işkestan e û hem jî ewna dixwazzin xelkê sivîl bikujin.

Terorîstên DAIŞ`ê ji sala 2014 bi palpiştiya abûrî û eskeriye Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebiye vî welatî ji wan Erebistan û Tirkiyê êrişî ser axa Iraqê kirin û parek pir ji axa vî welatî dagîr kirin û cinayetên zave nemirovane li Iraqê cih anîn.

Ji wê çaxê hêzên artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî yên vî welatî û hêzên berxwedanê karîn parek pir ji axa vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û derbên giran li terorîstan xistine û tiştek nemaye ku jiyana terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê bigehêje kutahiyê.

 

 

 

Sep 17, 2017 12:28 Asia/Tehran