Îlon 13, 2017 11:30 Asia/Tehran
  • Dewama dijayetiyan digel lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê

Sikritirê tevgera nasyar bi Babîlonê pêkhatî ji hêêzn xisrîstiyanî wek baskek ji hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê anku Heşdê Şeibî lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê li vî welatî wek hêla sor a vê tevgerê da zanîn.

Deşta Nêynewayê navçeyek ji parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê pêkhatî ji navçeyên Hemdaniye, Şêxan û Til Keyfê ye ku rûniştgeha dîrokî ya xistîstiyanên IRaqê tê hesêb û hejmareke zêde ya xirîstiyaniyan li van navçeyan hevrê digel Êzdî, tirkmen û ereban dijîn.

Li gorî rapora rojnameya Qudsa Erebî, Skriritrê giştî yê Tevgera Babîlonê, Riyan Keldanî roja Sêşemiyê got: ``Xirîstiyan wê îzna lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê ya Iraqê li navçeyên xirîstiyanînişîn ên Deşta Nêynewayê nedin``.

Riyan Keldanî lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê derbelêdana li pênasey6a erebî ya Mûsilê da zanîn û got: Heke hêzên Pêşmerge bikevin navçeyên Deşta Nêynewa û Mûsilê, wê xirîstiyanî li hemberî wan çekê rakin.

Skriritrê giştî yê Tevgera Babîlonê, Riyan Keldanî bi gotina vê yekê ku hin giregirên Mûsilê pênaseya xwe ya erebî firotine Rêjîma Siyonîst, got: ``Ev rêjîm Hewlêrê wek parêzgeheke xwe dizane; Bi awayekî ku israîlî wek rawêjkar li kêleka hêzên Pêşmerge li Deşta Nêynewayê hene``.

Riyan Keldanî bal kişande ser pêşîlêgirtina Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê bi serokatiya Mesûd Barzanî ji vegeriyana xirîstiyaniyan bo Deşta Nêynewayê û got: ``Vê partiyê ji bo lawazkirina helwêsta yekdeng a xirîstiyaniyan li bara Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê, hin serpişkî dane siyasetvanên xistîstiyanî û erd û milk daniye ber destê wan``.

Pirraniya kurdên Iraqê jî dijî lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê di roja 25`ê Îlona 2017an in û li vê çarçovê Tevgera `Na bo Giştpirsînê` li navçeyên cûrbicûr ên Kurdistana Iraqê damezirandine.

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê roja heftem a Hezîrana 2017an bi amadebûna Mesûd Barzanî, serokê vê navçeyê, lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêmam Kurdistanê ji iraqê di roja 25ê Îlona 2017an pesend kirin. Mijara ku tûşî dijayetiya bihêz a dewlet, komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçe û cîhanê bûye. Tevî vê yekî serokêî Herêma Kurdistana Iraqê, "Mesûd Barzanî" ji kurdên Iraqê xwestiye ku beşdarî vê giştpirsînê bibin.