Îlon 13, 2017 07:56 Asia/Tehran
  • 6 Lijneyên iraqî li dijî Herêma Kurdistana Iraqê doz vekirin

Yekîtiya Parêzeran, Endazyar, Rojnamevan, Dixtor, Mamoste û Karkerên Irqê ji ber biruyara rayedarên kurd a lidarxistina Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê, li dijî vê herêmê doz vekirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, yekîtiyên navbirî roja Sêşemiyê Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî dan zanîn.

Parlimana Iraqê jî roja Sêşemiyê tevî dijayetiya digel Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê ji vî welatî, dengê Na da lidarxistina wê.

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê roja heftem a Hezîrana 2017an bi amadebûna Mesûd Barzanî, serokê vê navçeyê, lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêmam Kurdistanê ji iraqê di roja 25ê Îlona 2017an pesend kirin. Mijara ku tûşî dijayetiya bihêz a dewlet, komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçe û cîhanê bûye. Tevî vê yekî serokêî Herêma Kurdistana Iraqê, "Mesûd Barzanî" ji kurdên Iraqê xwestiye ku beşdarî vê giştpirsînê bibin.