Îlon 12, 2017 15:31 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê li bara giştpirsîya li Herêma Kuridstana vî welatî biryar da

Parlimana Iraqê piştî ku dengê Na da lidarxistina giştpirsîya li Herêma Kurdistana vî welatî, serokwezîrê Iraqê erkdar kir ku jibo çareserkirina vê pirsgirêkê, bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bi awayekî rasterast muzakirê bike.

Li gorî rapora malpera Al Mayadeen`ê, endamên parlimana Iraqê îro ji Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî xwestin ku hemî tivdîrên pêwîst jibo parastina tifaqa Iraqê bike.

Parlimanterên kurd li parlimana Iraqê jî bi nîşana nerazîbûna li hemberî dengê Na yê hevkarên xwe li hemberî lidarxistina giştpirsîya li Herêma Kuridstana Iraqê, ji parlimanê derketin.