Îlon 12, 2017 14:48 Asia/Tehran
  • Şikayeta dijî Barzanî û parêzgarê Kerkûkê bi tawana binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê

Partiya El-Vefa El-Vetenî El-Iraq şikayetek dijî serokê Herêma Kurdistana Iraqê û parêzgarê Kerkûkê daye ber destê dadgeha navendî ya vî welatî.

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevçaxî şîdet peydakirina neyariyên li ser birêketina giştpirsiya vê herêmê carek din ser birêxistina giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê û parêzgeha Kerkûkê sekinî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Partiya El-Vefa El-Vetenî El-Iraq bilî viya ku li dadgeha navendî ya Iraqê dozek ji Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê vekir ragihand: Ev doza gor xala 1 a qanûna bingehîn a Iraqê hatiye vekirin ku gor vê xalê Komara Iraqê wekî dewlet û welatekî bêlaye ku hakimiyetekî xwe heye û berçavgirtina vê xala qanûnî zaminê wehdet û hevgirtina Iraqê ye.

Partiya El-Vefa El-Vetenî El-Iraq destnîşan kir ku gor qanûna bingehîn a Iraqê parçekirina axa vî welatî neqanûnî ye.

Li doza Partiya El-Vefa El-Vetenî El-Iraq hatiye ku serokê Herêma Kurdistana Iraqê û parêzgarê Kerkûkê dixebitin giştpirsiyekî neqanûnî birê xînin û dixebitin ku giştpirsiyê li navçên ku kêşe li serin jî giştpirsiyê birê xînin ku eva dijî qanûna bingehîne Iraqê ye.

Partiya El-Vefa El-Vetenî El-Iraq herwisa ji dadgeha navendî ya Iraqê xwestiye ku bilî neqanûnî ragihandina vê giştpirsiyê, roja dadgehîkirina Barzanî û Necmedîn Kerîm jî kifş bike.