Têkçikandina êrîşa DAIŞ`ê li başûrê rojhilata Mûsilê
Îlon 11, 2017 14:02 Asia/Tehran
Hêzên gelanî yên Sune yên Iraqê, êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li ser gundekî başûrê rojhilata bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê têk şikandin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Ehmed Ciebûrî ji fermandarên Opêrasiyona Nêynewayê got: ``Hêzên gelanî yên eşîrên sune yên Iraqê roja buhurî êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser gundê Ezbeyê li derdora bajarê Nemrûdê li 40 Kîlomitriya başûrê rojhilata Mûsilê têk şikandin û serçeteyekî vê koma têrorîst kuştin.
Her wiha li opêrasiyona hêzên iraqî li Wadî Selaba Diyaleyê 14 xwekujên DAIŞ`ê hatin kuştin.