Îlon 11, 2017 11:12 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana iraqiyan bi nîşana dijayetiya digel giştpirsîna li Herêma Kurdistana Iraqê

Bi sedean kes ji rûniştiyên bajarê Mendeliyê li prêzgeha Diyaleyê li rojhilata Iraqê roja Yekşemiyê bi nîşana dijayetiya digel lidarxistina giştpirsîna cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora kanala iraqî ya Al Someria Newsê, endamê konseya bajarê Mendeliyê, Heyder Mendelavî got: Neraziyên li hemberî plana giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê li hemebrî avahiya konseya bajêr kom bûn û xwestin ku gel beşddarî vê giştpirsînê nebe.

Li vê xwenîşandana aram gellek ji şêxên eşîran û bijardeyên çandî û civakî jî beşdar bûn.

Li gorî raporan xwenîşanderan ala Herêma Kurdistana Iraqê li navenda bajarê Mendeliyê anîn xwarê û ala Iraqê bilind kirin.

Vê dawiyê li bajarê Mendeliyê konfêransa mezin a eşîran ji bo beşdarnebûna li giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin.

Li vî halî, Aliye Nesîf, endama Fraksiyona hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê li parlimana vî welatî li bara armancên Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, ji bo lidarxistina Giştpirsîna cudabûna vê herêmê got: barzanî ji bo serdestiya ser parêzgeha Kirkûkê li bakurê Iraqê û gellek ji navçeyên erebî û girêdana wan bi Herêma Kurdistanê dixebite.

Aliye Nesîfê got: Elbet armanca  sereke û stratijîk a giştpirsîna cudabûna Kurdistanê ji Iraqê misogerkirina ewlehiya Israîlê û pêkanîna welatekî biçûk e ku komeke ser bi Israîlê li wir serdest be.

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê roja heftem a Hezîrana 2017an bi amadebûna Mesûd Barzanî, serokê vê navçeyê, lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêmam Kurdistanê ji iraqê di roja 25ê Îlona 2017an pesend kirin. Mijara ku tûşî dijayetiya bihêz a dewlet, komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçe û cîhanê bûye.