Îlon 10, 2017 17:22 Asia/Tehran
  • Gotûbêja seyd Emar Hekîm û serokê parlimana Iraqê li ser hilbijartinan

Serokê Parlimaan Iraqê li hevdîtina digel serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê li ser dosyeyên cûrbicûr ji wan hilbijartin û aramî û ewlehiya welêt gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, serokê Parlimana Iraqê, Selîm Cebûrî li hevdîtina digel serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê û Partiya Tevgera Neteweyiya Hikmetê, seyd Emar Hekîm li ser hilbijartin, aramî û ewlehî, vegeriyana awareyan bo malên xwe û serêxwegirtina berjewendiyên Iraqê li peywerndiyên tev welatên dost û bira gotûbêj kir.

Nivîsgeha serokatiya parlimana Iraqê bi deaxûyaniyekê ku nusxeyeke wê li Badr News`ê hat weşandin, ragiahnd ku li hevdîtina Cebûrî û Hekîm, guherinên  niha di du astên ewlehî û siyasî, guehrtinên navçeyê, girîngiya hevkarî û têkilliya digel aliyên iraqî bi mebesta bidestxistina helwêsteke hevpar li ser esasa hewcetiyêîn pêşerojê bi taybet di rewşa ku Iraqê di dawîn qonaxa serketina hemberî DAIŞ`ê ye, behs û gotûbêj hat kirin.

Serokê parlimana Iraqê li vê hevdîtinê got: Iraq hema wisa bereya çalak û girîng li navçeyê û filitîna ji rêxistinan herî bixeter e ku di serdema hevçerx da hatiye dîtin. Ev mijar jî ji ber wan serketinan e ku hêêzn qareman ên iraqî ew bi dest xistine her wiha fedakriyên ku zarên mêrxas ên iraqî ji xwe nbîşan dane.

Wî destnîşan kir ku em herî zêde hewcedarê vê yekê ne hevkariya navbera komên siyasî û neteweyî ji bo birêxistinakirina rewşa navxweyî ya Iraqê bi awayekî ku edaleta civakî û beranberî cih bê.

Li vê hevdîtinê her wiha li bara hilbiajrtinê, vegeriyana awareyan, jinûveavakirina navçeyên ziyandîtî ji destê têrorîstan, girîngiya çalakirina hokarên geşeopêdana aborî û serêxwegirtina berjewendiyên Iraqê digel hemî birayên cînar li ser esasa xala berjewendiyên bilind û gelemperî yên welêt gotûbêj hat kirin.