Tebax 22, 2017 19:23 Asia/Tehran
  • Sekinîna li ser pêwîstiya parastina hêzên Heşda Şebî ya Iraqê

Serokê Saziya Heşda Şebî ya Iraqê, li ser parastina vê hêzê wekî hêzeka xwedîtecrûbe ya li di warê şerrê dijî terosîmê de sekinî.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Falih El Feyaz, serokê Rêxistina Heşda Şebî û mişêwirê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, roja sêşemiyê li gotûbêjekê ragihand: Planek jibo yekkirina Hêzên Heşda Şebî û Hêzên Çekdar ên Iraqê tuneye.

El Feyaz got: Qanûna ku li parlimana Iraqê hatiye pejirandin li ser vê bingehê ye ku rêxistina  hêzên Heşda Şebî, saziyeka serbixwe û têkildarî fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê di warê şerrê dijî terorîsmê de bimîne.

Serokê Rêxistina Heşda ŞEbî ya Iraqê got: Piştî bidawîhatina operasyona azadkirina tam a axa Iraqê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê, Heşda Şebî, wê hin berpirsyariyan cih bîne ku fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, wê ji wan re kivş bike.

Berî niha, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê jî gotibû: Heşda Şebî ji nava civaka Iraqê hatiye û wê li dewletê da bimîne.

Meclisa Iraqê 26`ê Mijdara 2016`an, bi praniya dengan, dengê erê da qanûna Teşkîlata Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê .