Tebax 16, 2017 10:47 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Ebadî û kurdan ji bo parastina yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê qala lihevkirina tev Taxima şandî ya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo pûarastina yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê kir.

Taxima şandî ya Herêma Kurdistana Iraqê roja Duşemiyê li sefera xwe ya Bexdayê digel Heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî hevdîtion pêk anî û li ser lidarxistina Giştpirsînê li vê vê navçeyê gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî berêvariya roja Sêşemiyê li civîna xwe ya digel nûçegihanan bal kişande ser lihevkirina digel Taxima şandî ya Herêma Kurdistana Iraqê lib ser destûrkara çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li çarçova parastina yekîtî û yekparçetiya welêt, li ser çareserkirna van nakokiyan ji rêya gotûbêjê bi armanca parastina berjewendiyên Iraqê pêgirî kir.

Ebadî bal kişande ser têgihîştina dualî û rêzdariyê li civînên digel Taxima şandî ya Herêma Kurdistana Iraqê, nerehetiya xwe ji hilêxistina mijara giştpirsîna cudabûna herêma Kurdistanê ji vî welatî diyar kir û got ku hilêxistina vê mijarê bi taybet di dema ku serketinên mezin bi hevkarî û danûstandina bi hev ra li şerê dijî DAIŞ`ê pêk hatine, mentiqî nîne.

Serokwezîrê Iraqê li bara guherîna sînorên vî welatî ku rewşê ji bo trajediyekê amade dike hişyarî da.

Serrokwezîrê Iraqê her wiha lidarxistina Giştpirsînê û serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê li ser xêrû berjewendiyên kurdan nezanî.

Ebadî her wiha bal kişande ser dewaam opêrasiyona azadkirina navçeyên bin dagirkeriya DAIŞ`ê, li ser rola bibandor a Iraqê li rêya têkoşîna li hemberî têrorîsmê li navçeyê û lawazkirina DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê pêgirî kir.