Destpêbûna avakirina navenda herî mzena eskerî ya Emerîkayê li parêzgeha Neynewaya Iraqê
Berdevkê fermî yê koma eşîrên ereb li parêzgeha Neynewayê, li bakurê Iraqê li bara avakirina navenda herî mzeina eskerî ya artêşa Emerîkayê li vê parêzgehê jibo çavdêriya ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê agahî da.
Piştî ku Ebdulqadir Ezûz, şêwirmendê serokwezîrê Sûriyê li bara amadetiya Şamê jibo hevkarî û hevahengiya tev hêzên Heşda Şebî ya Iraqê bi armanca damezirandina ewlehiyê li sînorên du welatan agahî da, balefirên cengê yên emerîkî êriş kirin ser meqerên yêkîneyên Seyd El-Şuhedayê yên ser bi Heşda Şebî li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê ku li encama wê herîkêm 40 kes ji endamên van gurdanan hatin kuştin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Tesnîm Newsê, Muzahim El-Hewît, berdevkê fermî yê koma eşîrên ereb li parzêgeha Neynewayê bal kişand ser vê yekê ku hêzên emerîkî ji hefteyek berî niha ve karê avakirina navenda herî mezin a xwe nêzîkî gundê Karêzê ser bi navça Zumarê li parzêgeha Neynewayê destpê kirin û got : Çar navendên eskerî yên din jî li navçeyên curbicur ên vê parzêgehê dê werin avakirin.
Li gorî gotian El-Hewîtê, peywiya hêzên emerîkî ku dê li rojava Mûsilê bi cih bibin, çavdêriya tam ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê ji rojava Şingalê girtî heya navça El-Qaimê be.
Emerîka li halekê çavdêriya ser sînorên Iraq û Sûriyê dijî terorîstan dike ku li kêleka çend welatên hevpeyman ên xwe ji sala 2014an bi mehna rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê, hevalbendiya li dijî DAIŞê pêk anî û carnan, welatî û eskerên du welatan li navçeyên curbicur daye ber êrişan.