Tîrmeh 23, 2017 20:02 Asia/Tehran
  • Firotina jinên mûsilî li bazara kolefiroşiyê ya DAIŞ`ê

Grûpa teorîstî ya DAIŞ`ê li dewama cinayetên xwe li Iraqê hejmarek ji jinên ku revandine, li Kerkûkê difroşe.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Someriye Newsa Iraqê, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ev jin ji Mûsilê revandin û li bajarê Hewîcê li başûrê rojava  parêzgeha  Kerkûkê bazara kolefiroşiyê bi rê xistiye. 

Bajarê Hewîcê  hîn di kontrola  terîstên DAIŞ`ê de ye û hêzên artêşa Iraqê  xwe jibo cihanîna  operasyona zadakirina  vê anvçê amade dikin. 

 Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku ji sala 2014`an ve hin beşên  bakur û rojavaya Iraqê xistin bin kontrola xwe,  jin û keçên iraqî ji qewm û olên  curbicur kirine koleya cinsî.  Piştî azadkirina Mûsilê li bakurê Iraqê ji lepên DAIŞ`ê, nûçeyên êxsîrbûna keç û jina û firotina wan zêde bûne. 

 Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, berpirsekî iraqî li parêzgeha  Enbarê li bara evîna 350 kesên sivîl ji navçên  di bin kontrola DAIŞ`ê li vê parêzgehê agahî da. 

 Li gorî gotina Îmad El-Duleymî qayimeqamê bajarê El-Rutebê li parzêgeha  Enbarê piraniya kesên sivîl ku ji dest DAIŞ`ê revîne , jin, zarok û kesên kal in. 

El-Duleymî herwiha diyar kir. Aware jibo revîna ji navçên bin kontrola  DAIŞ`ê ser her kesî 300 dolarî didin qaçaxçiyên mirovan.