Tîrmeh 23, 2017 18:46 Asia/Tehran
  • Peydakirina 6 gorrên komkî yên êzîdiyan li gundekî Şingalê

Li gundekî devera Şingalê li bakûra Iraqê, 6 gorrên komkî yên kurdên êzîdî hatin dîtin.

Li gorî rapora malpera Bas News`ê, Endamê encumena bajarê Şingalê Xeyrî Zîban got, li gundê Sîba Şêx Xidir 6 gorrên komkî hatine dîtin ku di nav wan de gelek hestî û bermayîyên meytên êzîdiyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatine qirrkirin, hene.

Xeyrî Zîban her wiha got, daxwaza me ew e ku ew gorr bilez bên vekirin.

Wî endamê encumena Şingalê ragihand ku metirsiya av û baranê jî heye û got, eger ew gorr neyên vekirin dê zivistanê ji ber baran û lehiyê berbelav bibin. Ji ber wê jî em dixwazin beriya salvagera êrişa DAIŞ`ê (3 Tebaxê) ew gorr bên vekirin.