Tîrmeh 23, 2017 17:50 Asia/Tehran
  • Bêencamkirina operasyona  terorîstî li rojavaya  Iraqê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêşiya qewimîna êrişeke treorîstî ya bi trimbêla bombekirî li rojavaya vî welatî girtin.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnik a Rûsiyê, ev trimbêla roja yekşemiyê li nuqteya lêgerînê li 60 km ya rojavaya  bajarê Remadiyê, navenda  parêzgeha  Enbarê li rojavaya Iraqê hat rawestandin. 

 Li gorî raghandina  çavkaniyên iraqî,  ajovanê trimbêla bombekirî ji endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê bûye û ew jibo jêpirsiyê veguhestin navenda ewlehiyê. 

Grûpa terorsîtî ya DAIŞ`ê piraniya navçên bin kontrola  xwe li rojava  Iraqê ji dest daye û niha tenê sê navçeyên  Ane û Rewa û El-Qayimê li rojava  parêzgeha Enbarê di kontrola vê komê de ye. 

 Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji Hezîrana 2014an  ku derbasî nav Iraqê bû hin beşên  bakur û rojava  Iraqê dagir kir û gelek cinayet li van navçana kirin . 

 Hêzên iraqî li sê salên derbasbûyî karîn ku  piraniya  navçên  bin kontrola DAIŞê azad bikin.