Tîrmeh 23, 2017 10:42 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Iraqê: Em qedrê Îranê digirin

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got: Gelê Iraqê qedrzaniya alîkariyên Îranê dikin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê û Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina şemê şev li Bexdayê li ser alûgorên navçê û bitaybet peywendiyên navbera Bexda û Têhranê li babetên siyasî û abûrî û şerê dijî terorîzmê gotûbêj kirin.

Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê êvara duh şemiyê bona gotûbêja tev karbidestên iraqî seredana Bexdayê kir.

Îbrahîm Ceferî li vê hevdîtinê bal kişande ser babetên hevpişke gelê Iraqê û Îranê û her du netew wekî birayên hevdu dane zanîn û ji alîkariyên zave gel û dewleta Îranê bitaybet li şerê dijî terorîstan bi xelk û dewleta Iraqê qedrzanî kir.

Îbrahîm Ceferî herwisa daxwaza berfireh bûna hevkariyên navbera du welatan kir.

Husên Cabiriyê Ensarî jî bal kişande ser berfirehkirina hevkariyên navbera Iraq û Îranê û ji amadebûna Têhranê bona her cure piştevaniyek ji gelê Iraqê xeber da.