Tîrmeh 22, 2017 16:40 Asia/Tehran
  • Pevçûna hêzên Heşda Şebî yên Iraqê tev DAIŞ`ê li sînorê Iraq û Sûriyê

Hêzên pişka 44 a Heşda Şebî tev teorîstên DAIŞ`ê li navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê ketin pevçûnê.

 Li gorî rapora Someriye Newsê, Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê raghandin ku li vê operasyonê ku ji siba  roja şemiyê ve destpê bûye , çend  trimbêlên bombekirî yên DAIŞ`ê hatine îmhakirin.

 Her wiha piştî kuştina du hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li navça Cerf El-Sexrê ya parêzgeha Babilê ji aliyê endamên DAIŞ`ê, tedbîrên  ewlehiyê li çend  gundên  vê navçê hatine meşandin.

 Endamên DAIŞê roja îniyê derbasî navça El-Faziliyê li bakurê Cerf El-Nesrê bûn û hejmarek ji hêzên Heşda Şebî ku li halê geştlêdana di nava  yek gundên  azadbûyî yên vê navçê bûn, dan ber êrişan.

 Hişam El-Haşimî karzanê karûbarên  eskerî li Iraqê jî lîsteyek ji 10 serkirdeyên  DAIŞ`ê yên berpirsê rêveberiya şêr li Teleferê li rojava  Mûsilê raberî dewleta Iraqê kiriye.

 Li gor nûçeyeke din, howiyeta kesê ku rêveberiya jinên  DAIŞî li Teleferê dikri hatiye kivşkirin û eyk ji erkên komkirina lêzanînan bû û gelek cinayet li Teleferê kiriye.

 Piştî raghandina  nûçeya azadkirina  Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê li 10 Hezîana 2017an , Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku dê bi zûtirkê operasyona azadkirina  bajarê Teleferê li parêzgeha Neynewayê destpê bibe.