Tîrmeh 17, 2017 18:32 Asia/Tehran
  • Keşifkirina gorna komkî ya gorîyên cinayeta Spaykerê li Iraqê

Hêzên iraqî gorneke komkî ya gorîyên cinayeta Spaykerê li devera qesrên serokomarîyê li Tikrîtê keşif kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, têrorîstên DAIŞ`ê di 11 û 12`ê Hezîrana sala 2014`an de dema dagirkirina gellek deverên bakûr û navenda Iraqê ji wan baregeha Spaykerê li nêzîkî Tikrîtê li parêzgeha Selahedînê komkujîyeke berfire kirin ku di encamê da hezar û heftsid leşker û piledarên serbazî li vê baregehê kuştin.

Dadgeha cinayetan a navendî ya Iraqê du salan berî niha, hikmê îdamkirina 40 kesên pişkdarê komkujîya li baregeha Spaykerê da.

Heta niha 15 mezelên gorîyên cinayeta li baregeha Spaykerê hatine peydakirinê ku pirranîya wan gorîyan xwendekarên vê baregehê ne.

Dema êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser baregeha hewayî ya Spaykerê li Tikrîta Iraqê di 11`ê Hezîrana sala 2014`an de, nêzî 4 hezar xwendekarên leşkerî yên bêçek li vê baregehê bûn ku 1700 xwendekarên şîe yên bêçek li vê baregehê hatin kuştinê.