Tîrmeh 17, 2017 17:43 Asia/Tehran
  • Iraq alîkariya aborî dide jin û keçên rizgarbûyî ji destê DAIŞê

Viyan Dexîl nûnera êzdî ya parlemana Iraqê diyar kir ku dê alîkariya aborî were dayîn bo jin û keçên ku ji îsareta DAIŞê rizgar bûne.

 Li gorî rapora Kurdpressê û ji zarê radyoya Newayê, Viyan Dexîl li vê barê de got : Bi hevdengiya wezareta kar û barên civakî ya Iraqê, komîsyona awareyan biryar dane milyonek dînarî bidine her jin û keçên ku ji destê grûpa terorîstî rizagr bûne.

 Li gorî bîlançoya herî dawiyê ya ku nivîsgeha  kesên hatine revandin ên êzdî li parêzgeha Dihokê, hejmara rizgaribûyiyan ji 3 hezar û 50 kesî derbas bûye û zêde ji 3 hezar û 500 kes jî dî îsareta DAIŞê de ne. Hêjayî gotionê ye ku hejmarek ji kesên ku rizgar bûne jibo dermankirinê hatine guhestin bo Ewrûpayê.