Operasyona taybet a Nucebayê li sêkunca sînorî ya Iraq-Sûriye -Urdin
Şervanên berxwedana Îslamî yê tevgera El-Nucebaya Iraqê li dewama operasyona paqijkirina sêkunca sînorî ya Iraq-Sûriy-Urdinê karîn ku kontrola navçeyên nû bidest bixin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Şervanên berxwedana Îslamî yên tevgera Nucebaya Iraqê, di dewama operasyona paqijkirina sêkunca sînorî ya Iraq-Sûriye-Urdinê navçeyên El-Hecer û El-Birke li başûrê rojhilata besta Himsê û du riyên sereke yên ber bi besta Sûriyê ji kontrola terorîstên tekfîrî azad kirin.
Her wiha yekînên mûşekî yên Nucebayê li bara têkbirina hejmarek ji trimbêlên zirihî û trimbêlên hilgirê tîrbarê yên DAIŞê li Um El-Rumelê li besta Sûriyê agahî da.
Li gorî vê raporê, piştî ku Heşda Şebî gihêşte sînorê navbera Iraq û Sûriyê, kontrola beşek ji kemberê sînorî yê van du welatan bi hevhatina dewleta Şamê hat sipartin bo şervanên berxwedana Îslamî ya Nucebayê. Pêştir Ekrem El-Kebî, sekreterê giştîyê tevgera berxwedana Îslamî ya El-Nucebayê ser dewama hevrêtiya vê tevgerê tev artêşa Sûriyê jibo rawestana li hember terorîstan tekez kiribû.
Li gor nûçeyeke din hêzên ewlehiyê yên Iraqê, 25 jinên endamê koma terorîstî ya DAIŞê ku li tûnêla jêrzemînî li beşa kevn a Mûsilê xwe weşartibûn , girtin.
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iarqê, 10 Tîrmeha îsla, azadkirina tam a Mûsilê ji lepên DAIŞê bi fermî ragihand.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê, 10 Hezîrana 2014an bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê dagir kiribû.