May 29, 2017 17:15 Asia/Tehran
  • Ibrahîm Ceiferî: Sîyaseta derve ya Îranê, destnewerdana li karên welatên din e

Wezîrê karên derve yê Iraqê got, Sîyaseta derve ya Îranê li navçê, kifş û ser bingeha destnewerdana li karên welatên din e.

Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê îro li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a IRNA`yê, got, Sîyaseta tirsandina welatan ji Îranê li herêmê ti hegereke beraqil tineye, Komara Islamî ya Îranê ji sala 2003`yê va heta roja roja ti hêzeek leşkerî derbasî Iraqê nekirîye û ti îranîyekî li Iraqê opêrasyona têrorîstî cih neanîye.

Ceiferî di bersiva vê pirsê da ku armanca propaganda dijî Îranê di vê qonaxê da çî ye? got, Çiqasî pergaleke sîyasî serbixwe û xurt be, êrişên ser wê jî yê xurttir bin, tişta ku li herêmê diqewime, berteka li hemberî desthilat û hêza serdest a Îranê ye, ji ber ku Komara Islamî ya Îranê hertim isbat kirîye ku welatekî pêşketî û bihêz e û sîyaseteke istiratêjîk a tam zelal, hêza aborî û şîyaneke dîplomatîk heye û eva bûye sedema acizbûna hinekan li deverê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê pergaleke aştîhez e ku herim roleke kêrhatî li aramî û istiqrara herêmê lîstîye.